نوسوسيال

Bangewazî ji bona azadiya têkoşîner zeyneb celalîyan

1٬654

Noos social bangawazî rêdike ji hemû sazîyên mafên mirovan , sazîyên navdewletî û her wiha ji desteya netewayên yekbûyî ,û serokên tevahî dewletên cîhanê, ku bilez û bez bi destwerdin rewşa têkoşîner û berxwedêra Kurd Zeyneb Celaliyan, da pêşî li darvekirina wê bigrin. Em wek xebatkarên malpera Noos Social, bang li hemû tevnên civakî û malperên înternetê jî dikin ku bi erka xwe rabin û ji bo pêşî li pêkanînên Rejima Mola ya Îranê bigirin, tiştê bikeve ser milê wan pêk bînin Bi vê armancê dest bi kampanyaya azadiyê ya ji bo Rêzgarî û azadiya têkoşer Zeyneb Celaliyan bibin û bidin destpêkirin. Bi taybetî jî em bang li hemû şopîner û xwendevanên Noos Social dikin ku bi awayekî herî xûrt tevlî vê kampanyayê bibin. Her wiha banga me ji bo hemû Kesên azadîxwaz, aştîxwaz û demoqrat jî ye . Azadî ji bo Zeyneb Celaliyan. Werin em Zeyneb Celaliyan ji darvekirinê rizgar bikin.