!? Gelo wê para kesayetên Kurd di rêvebertiya Sûriya nû de hebe

D.Tewfîq Hemdûş berztirîn kasayetek niştîmanî yê Sûrî ye û bi koka xwe jî kesayetek Kurd e, ev yek ji Gelê Sûrî û Gelê Kurd re pir giring e, ji ber vê yekê pêwîst e têkilî û pêwendiyên Kurdên Sûrî bi netewên cuda cuda re hebin û êdî van têkilî û pêwendiyan xurt bikin, bi taybet bi Gelê Sûrî re û hemî pêkhateyên wê weke pêkhateya Ereb, Suryan, Ermen, Şirkisî, Xiristiyanî, Êzîdî û pêkhateyên dîtir re; ev têkilî jî divê derveyî helwestên siyasetê be. D.Tewfîq Hemdoş ew hêzeke xurt e bo pêşxistina van pêwendiyan ji ber ku ew serokê Partiya Hevgirtina Niştîmanî ya Azad e, ji ber vê yekê hin partiyên qels hene dixwazin ku D.Hemdoş bişkînin û bi vê yekê bêbextiyan lê dikin û hewil didin ku wî pîs bikin, lê herdem rastî li dijî bêbextiyê berxwedaniyê dike û êdî rastî biser dikeve.
D.Hemdûş şanseke mezin e bo hêzkirin û xurtkirina pêwendiyan di navbera Gelê Sûrî û Gelê Kurd re, ji ber ku pêwendiyên wî bi gelek kesayetên hundirî Sûrî û derveyî Sûrî re hene û hemî hêz û partiyên Kurd û Ereban rêzgirtina wî dikin û jê hez dikin, herwiha dost û hevrikên wî jî rêzgirtina wî dikin. Hertim nerînên têkoşer D.Hemdûş di bercewendiya Gelê Sûrî û Gelê Kurd û hem jî di bercewendiya hemî ol û netewên li Sûrî de ne. Wekî tê naskirin piraniya serokên Sûrî Kurd bûn, lê ew weke welatparêzên Sûrî dixebitîn û D.Tewfîq Hemdûş jî yek di nav vê koma niştîmanî li Sûrî ye.
Pirs li vir ew e: Li gor Destûra Iraqê gelo dibe ku kesayetek Kurd bibe serokomarê wê ?!
Lê pirsa giring ew e, gelo wê ev yek li Sûrî pêk were û wê qebûl bike?!
Û pirsa herî giring ev e, gelo di demên bê de wê D.Tewfîq Hemdûş bibe Serokomarê Sûriya nû ? û wê rewşa destûra Sûrî çawa be ? û di dîroka têkoşîn û berxwedaniya li dijî Firensiyan û Osmaniyên dagirker, gelo rol û erka Gelê Kurd bi ku de çû ?!
Wekî tê zanîn di şoreşa Sûrî de ya di sala 1925`an de, yekemîn gule guleya têkoşer Miho Şaşo bû ku li Efrînê hate teqandin û li vir jî pirs ew e, gelo Sûriya nû wê azad û demoqratîk û piralî be ?!

,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,
Jiyanameya Tewfîq Hemdûş hemî bi zanîn û zanistê tijî ye.
,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,
Tewfîq Hemdûş bijîşkekî kurd e ji Bakûrê Sûrî ye, jixwe ew li bajarê Efrîna rengîn ji dayik bûye û hatiye dinê. Ew niha li welatê Elmaniyayê dijî û li bajarê Hamborgê li ser karê xwe dixebite, ew pisporê nexweşiyên navxweyî, dil û tîroîdê ye, herwiha ew li Fakulteya Bijîşkî ya Hamborgê endamê Dezgeha Wanedayîn û Biranşan e. Her wiha ew siyasetmedarek çalakvan, nivîskarek wêjeyî û serokê Partiya Hevgirtina Niştîmanî ya Azad li Rojava ye jî, ew rêveberê partiya xwe li Bakûr-Rojhilatî Sûrî ye û endamê Encumena Sûriya Demoqratîk e.
,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,
Hin xêz li ser D.Tewfîq Hemdûş
,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,
Ew welatiyekî Sûrî ye bi eslê xwe Kurd e û ji malbatek welatparêz e, ew di sala 1955`an de li bajarê Efrînê ji dayik bûye û xwendina seretayî li gundên wê qedandiye. Dema ku ew seretayî bû fêrî nivîsadina Zimanê Kurdî bi Alfabeya Latînî bibû.
Wî xwendina xwe ya amadeyî li bajarê Helebê qedandiye û xewna wî ya destpêkê ew bû ku hînî gelek zimanan bibe û bi taybet nivîsandin û xwendina zimanê dayikê bibe. Ew bi vê yekê pir meraqdar bû, êdî bo fêrbûna zimanên cuda cuda berê xwe dide Zanîngeha Tirkiyê û fêrî zimanê Tirkî dibe duvre belgenameya dermansaziyê li Zanîngeha Enqerayê bi dest xist, herwiha di navbera salên 1974-1980 de li Zanîngehên Enqerayê gelek xwendekarên kurd bûn dostên wî û hin ji wan jî damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistan bûn. Piştî derçûna wî di sala 1980 de êdî berê xwe dide Elmaniya û li wê derê fêrî Zimanê Elmanî dibe û tevlî hin bêşbirkên wêjeyî dibe û di nav de majarek bi navê “Jiyana Zarokekî Di Navbera Du Zimanan” de pêşkêş kir, êdî di encamê de hin xelatan bi dest dixe.
Di encaam xebat û lêgerîna xwe de jî ji hêla Zanîngehên Elmanî ve gelek xelat wergirte dest, herwiha di milê Dermansaziya Elmanî û Bitrokîmiya de jî pileyên herî bilind bi dest xist. Piştre Beşa Bijîşkî ya mirovan li Hamborgê xwend ew jî bi astên herî serkeftî derbas kir.
Jixwe di biçûkaniya wî de jî tu carî xebitîna wî ya milê siyasî û wêjeyî nesekinî, wî wextî ew şopedarê rewşa şoreşa Kurdî bû ku wî wextî radiyoya Kurdî hebû û di nav de bernameya “Ev Der Kurdistan E”, êdî bi rêya vê bernameyê stranên dengbêjên Kurd weke Meryem Xan û Arif Cezrawî dihate gotin û wî li wan guhdar dikir. Van bûyeran bo avakirina hişmendiya wî, kesayeta wî û pêşeroja wî bi roleke giring û mezin lîstibûn.
Jixwe li Enqerayê hin xwendekarên damezrêner û serkêşên Partiya PKK nas kir û piştre li Elmaniyayê rê li ber xebitîna wî ya siyasî û doblomasî vebû. Êdî di jiyana wî de qonaxeke nû bo liv û tevgereke siyasî di derbarê Kurdên Sûrî de durist bû û di sala 1999’an de ket nav kar û xebatên siyasî li Sûrî bo nûkirina rêxistina siyasî ya Kurdan li Sûriyê û di sala 2003’an de ew yek ji damezrênerê Partiya Yekbûyîna Sûrî ya Demoqratîk bû, herwiha ji 2004’an heya 2007’an rêveberê partiyê bû.
Her wiha ji 2014’an ve di nav Partiyên Rêveberiya Xweser de Sekretêrê Giştî yê Partiya Yekbûyîna Niştîmaniya Azad bû û piştre bi hevdîdinekê bi Ilham Ehmed, Sînem Mihemed û Heysem Mena` re tevlî Encumena Sûriya Demoqrat bû. Her wiha D.Hemdûş ji 2021`ê de serokê komeleya Komisiyona Kurdistan ya Netewî li Hamborgê ye û ev Komele ji hêla dadgeha Elmanî ve erêkirî ye.
Kurdistan National

Komita Neteway Kurdist

 wergerandin: Lava